Îro Zanîngeha Rojava bi coşeke mezin şahiya pêxistina agirê Newrozê li hola zanîngehê ya li bajarê Qamişlo li dar xist.
Beşdarên Şahiyê gotin, Newroz Cejina Gelê ku li hember zilim û zordariyê li ser piya ye.
Newroza 2025’an li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê sûriyê bi lidarxisatina çalakiyên cûrbicûr tê pêşwazîkirin.
Îro Zanîngeha Rojava bi coşeke mezin şahiya pêxistina agirê Newrozê li dar xist.
Şahî bi beşdariya bi sedan xwendekar û mamosteyên zanîgeh Rojava her wiha saziyên sivîl hat lidar xistin.
Di şahiyê de piştî deqeyeke rêzgirtin agirê newrozê hat vêxistin.
Filiklornas û Mamosteyê Zanîngeha Rojava Salih Heyîdo Newroz li tevahî cîhanê pîroz kir û got Newroz Cejina Gelê ku li hember zilim û zordariyê li ser piya ye.
Li aliyekî din beşdarên Şahiyê anîn ziman ku bi rihê newrozê ew ê azadya xwe misoger bikin.
Di şahiyê de piştî axaftin û peyamên pîrozbahiyê, xwendekar û mamosteyan li ber stranên gerêlî û yên girêdyî newrozê gîlan gerandin.
