KOÇBERÊN EFRÎN Û ŞEHBA ÊRÎŞÊN LI SER ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koçberên Efrîn û Şehbayê jî bi daxuyaniyekê êrîşên çekdarên desthilata şamê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her wiha komkujiyên li berava Sûriyê şermezar kirin.
Daxuyanî ji aliyê Meclîsa karûbarên Koçberên Efrîn û Şehbayê ya li kantona Reqayê ve hat dayîn.
Koçberan bal kişandin ser koçberiya duyemîn a ji şehbayê, komkujiyên li beravên Sûriyê û êrîşên çekdaran ên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
Her wiha Koçberan anîn ziman, bi êrîşên li ser herdu taxan dixwazin sînaryoya koçberî û kiryarên li dijî xelkên Efrîn û Şehbayê dubare bikin.
Koçberên Efrîn û Şehbayê bang li civaka navnetewî, NY, yekîtiya Ewropayê û Komkara welatên Erebî kirin ku demildest destwerdanê bikin û rê li ber êrîşên li ser kurdan bigirin.
Her wiha tekezî li ser mezinkirina berxwedana li dijî êrîşan heta serketinê û vegera li warê xwe kirin.

Share This Article