LI BAJARÊ HESEKÊ 8’Ê ADARÊ BI COŞ HAT PÎROZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê Hesekê jinan 8’ê Adarê bi coşeke mezin pêşwazî kirin û bang li jinên cîhanê kirin ku yekîtî û hevgirtina xwe mezintir bikin.

Bi Hezaran jin ji pêkhateyên bajarê Hesekê, navçe û gundewarên wê bi dirûşma ”Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Ber Bi Avakirina Sûriya Demokratîk” ve 8’ê Adarê li Staduma Beledî ya bajêr pîrozkirin.

Stadyoma Beledî bi wêneyên Rêber APO, alên Kongra Star, Asayîşa Jin û YPJ’ê hat xemilandin.

Di şahiyê de Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Perwîn Yûsif 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û tekez kir ku di guherîna sedsala nû de jin xwedî doz in û dê heman têkoşîn û berpirsyartiyê di Sûriya nû de jî bi cih bînin.

Li gel wê, li ser navê pêkhateyên Ereb, Suryan û Ermen jî peyam hatin dayîn.

Her wiha peyama Rêber Abdullah Ocalan a ku ji tevahî jinên têkoşer re şandibû, hat xwendin.

Şahî bi komên govend, stran û muzîkê bi dawî bû.

Share This Article