Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPC a taxêb şêsmeqsûd û eşrefiyê yên Helebê îro derbarê 8’ê adarê de pêşangehek li dar xist.
Bi dehan mamoste, endam û rêveberên KPC’ê beşdarî pêşangehê bûn.
Di pêşangehê de wêneyên wêneyên Çanda jinên efrînî, berxwedana dayîkan, bendava tişrînê, şervanên QSD, YPG, YPJ û amûrên floklorî, hatin nîşandan.
Di vekirina pêşangehê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin li ser navê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPC hat kirin.
Di axaftinan de 8’ê adarê li tevahî jinan hat pîrozkirin.
Piştî axaftinan beşdar di nava pêşangehê de geriyan.
Pêşangeh bi gerandina govendan ji aliyê koma zarokan ve bi dawî bû.
