Weqfa Jina a Azad a bajarê kobanê ji bo pêşwaziya 8’ê adarê dest bi çêkirina kofî û dirûtina cilûbergên kurdî yên jinan kiriye.
Endamên Weqfê 8’ê adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û anîn ziman ku tevî hemû astengî û zehmetiyan ew pêşwaziyê li 8’ê adarê dikin.
Bi armanca pêşwaziya 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî, li seranserî herêma bakur û rojhilatç sûriyê çalakiyên cihêreng tên lidarxitin.
Weqfa Jina a Azad a bajarê kobanê ji bonrya pêşwaziya 8’ê adarê dest bi çêkirina kofî û dirotina cilûbergên jinên ên kurdî kiriye.
Endama Weqfa Jina Azad a kobanê Ilham Ehmed 8’ê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û anî ziman ku tevî hemû astengî û zehmetiyan ew pêşwaziyê li 8’ê adarê dikin.
Endama Weqfa Jina Azad Medîne Qadir jî behsa karê xwe û atmosfera 8’ê adarê kir her wiha got, ew bi dirûtina cilûbergên kurdî yên jinan dixwazin rengê jin her di nava civakê de zindî bihêlin.
Di 16’ê Kanûna 1977’an de encama kes û berxwedana jinan, Neteweyên yekbûyî 8’Adarê weke roja jinan a cîhanî îlan kir. 8’Adarê heya roja me ya îro jî wek roja jinan a cîhanî tê pejirandin û pîrozkirin.
