Li bajarê Kobanê bi boneya 8’ê Adarê matçeke fotbollê di navbera tîmên jinan ên zanîngeha Kobanê û tîma Kobanê de hate lidarxistin.
Matç bi beşdariya endamên saziyên Rêveberiya Xweser û hevserokatiya desteya ciwan û werzîşê hate lidarxistin.
Matçê bi xuleyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre her du tîman dest bi liskitê kirin.
Tîma Kobanê li beramberî tîma zanîngeha Kobanê bi qezenckirina 2 golan bi ser ket.
Di dawiyê de desteya ciwan û werzîşê beşdar xelat kirin.
LI KOBANÊ MATÇEKE FOTBOLLÊ DI NAVBERA TÎMÊN JINAN DE HATE LIDARXISTIN
