Bi sedan şêniyên ji bajarên kantona Cizîrê bi karwanekî girseyî berê xwe dan Bendava Tişrînê.
Karwanê gel vê sibehê bi berzkirina dirûşmeyên Em ji mirinê mezintir in, li çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya li bajarê Qamişlo kom bûn û berê xwe dan bajarê Hesekê.
Li wir jî karwanê gel ji bo parastina ax û ava xwe û şermezarkirina êrîşan berê xwe dan Bendava Tişrînê.
Ji 8’ê mehê ve welatiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ref bi ref berê xwe didin Bendava Tişrînê.
Tevî ku welatî rastî êrîşan tên, lê dîsa jî bi israr û vîneke mezin berê xwe didin Bendavê.
Li gorî amarên desteya tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ji 8ˋê Çileyê heta 29`ê Çileyê li Bendava Tişrînê, 24 sivîl şehîd bûn û 221 kes jî birîndar bûne.
KARWANEKÎ DIN YÊ XELKÊN KANTONA CIZÎRÊ BERÊ XWE DAN BENDAVA TIŞRÎNÊ
