Civaka Ermenî li bajarê Hesekê bi navê Partiya Yekîtiya Ermenî, partiyek ava kirin û gotin, ew ê bibin nûnerên civaka xwe.
Di daxuyaniya damezirîner a partiyê de hate gotin, li ser axa mezopotamyayê mirovahiyê dest pê kiriye, lê hêzên dagirker her tim xwestine wê dewlemendiyê ji holê rakin.
Partiya Yekîtiya Ermenî diyar kir, ji dîrokê ve ew ji aliyê Împeratoriya Osmanî ve hatine qirkirin û îro careke din dewleta Tirk dixwaze heman dîrokê dubare bike.
Di beşekî din de partiyê da zanîn ku, ew ê li hember polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û li kêleka Rêveberiya Xweser Civaka xwe biparêzin.
Di dawiyê de Partiya Yekîtiya Ermenî damezirandina xwe li civaka Ermen pîroz kir û tekez kir ku, ew ê bibin deng û rengê gelên azadîxwaz.
LI BAJARÊ HESEKÊ PARTIYA YEKÎTIYA ERMENÎ HATE AVAKIRIN
