ŞANOYEK BI NAVÊ “NESRÎN” LI QAMIŞLO HAT PÊŞKÊŞ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunera Demokratîk û Komîna Şanoyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo Şanoyek bi navê “Nesrîn” pêşkêş kirin.

Di şanoyê de gel, endamên Çand û Hunerê, şanoger, Rêxistinên Civaka Sivîl û hunermend beşdar bûn.

Şano behsa keçeke bi navê Nesrîn dike, Nesrîn, bav û dayika xwe dixwazin ji welat derkevin û berê xwe bidin dewletên biyanî û li ser sînor leşkerên Tirk heqaretê li wan dikin û li wan didin.

Li gorî Nesrînê, dema ew ji welat derkeve û koçber bibe wê jiyaneke xweş bijî, lê derket ne li gorî xeyalê wê bû.

Nivîskarê şanoyê Ehmed Îsmaîl Îsmaîl, derhêner Adil Îsmaîl û lîtikvan Gulistan Tahir in.

Share This Article