XELKÊN DÊRIKÊ BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ CENAZEYÊ 3 ŞEHÎDAN OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

xelkên kantona cizîrê bi merasîmeke bi heybet 3 şehîdên ku li bendava tişrîn şehîd bibûn li goristana şehîd xebat ya dêrik oxir kirin .

Merasîm bi beşdariya bi hezaran xelkên kantona cizîrê û tavahî sazî û dezgehên rêveberiya xweser hate li darxistin

Di merasîmê de axaftin li ser navê Meclisa Malabatên Şehîdan,Partiya Yekîtiya Demokratîk û Hêzên Parastina Civakî hate kirin .

axêveran êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bandava Tişrînê şermezar kirin û soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna armancên wan nû kirin .

Piştre wesîqeya şehadetê ya her 3 şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin .

di dawiyê de girseya gel bi berzkirin dirûşmeyên şehîd namirin her 3 cangorî sipartin axê .

Share This Article