Federasyona Gaziyên Şer a bajarê Kobanê li bendava Tişrînê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û piştgiriya xwe ya bi QSDˈê re nû kir.
Federasyonê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew bi hemû hêz û şiyana xwe li gel QSDˈê ne û ew ê her tim banga vê yekê bikin.
Federasyonê diyar kir ku çawa beriya niha Daiş li Kobanê û tevahî Sûriyê têk çû dê dewleta tirk û çeteyên wê di bendava tişrînê de têk biçe.
Federasyona Gaziyên Şer a bajarê Kobanê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêxistin û civaka navdewletî kir ku êrîşên dewleta Tirk rawestînin û herêmê ji keraseta hilweşîna bendava Tişrînê dûr bixin.
