Piştî 4 rojan ji nobedariya li ser Bendava Tişrînê xelkê Kobanê duh nobedarî dewrî xelkê kantona Cizîrê kirin û vegerîyan Kobanê.
Welatiyên ku çûne pêşiya nobedaran berxwedana li Bendava Tişrînê silav kirin û tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê kirin.
Piştî 4 rojan ji nobedariya li ser Bendava Tişrînê xelkê Kobanê duh nobedarî dewrî xelkê kantona Cizîrê kirin û vegerîyan Kobanê.
Di dema vegerê de welatî li pêşiya dergehê derbasbûnê rawestiyan û karwanê gel bi dirûşme û tilîlîyan pêşwazî kirin.
Welatiyan dan zanîn ku, ew ti carî bendavê bi tenê nahêlin û dê heta dawiyê ax û rûmeta xwe biparêzin.
Her wiha welatiyan piştrast kirin ku berdêl çi dibe, bila bibe, ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Roja 8’ê vê mehê karwanekî gel ji Kobanê, Cizîr, Tebqa û Reqayê berê xwe dan Bendava Tişrînê. Piştî 4 rojan duh karwanê Kobanê vegeriya û li şûna wan xelkên Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Zirgan, Şedadê û Hesekê dewr girtin.
