LI QAMIŞLO BI MEŞEKE GIRSEYÎ ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA PARÎSÊ HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan şêniyên 8 bajarên kantona Cizîrê bi meşeke girseyî li Qamişlo şehîdên Komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîranîn.

Meşvanan soza berdewamkirina rêya şehîdan û piştgiriya şervanên azadiyê dan.

Îro bi sedan şêniyên kantona cizîrê di salvegera 12`emîn a Komkujiya yekemîn a Parîsê de ku ji aliyê sîxurên dewleta Tirk a dagirker ve li dijî pêşenga Tevgera Rizgariya Kurdistanê Sakîne Cansiz (Sara) û herdu rêhevalên wê pêk hatibû meşeke girseyî li dar xistin.

Xelk ji Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Til Hemîs, Çilaxa, Tirbespiyê, Amûdê û Til Koçer beşdarî meşê bûn.

Meş ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û li Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê xelkê peyamên xwe parve kirin û gotin, dewletên dagirker bi armanca têkbirina şoreş û têkoşîna jinan komkujiya parîsê pêk anîn.

her wiha di mîtingê de berxwedana gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker hat silavkirin.

Meşa girseyî ya ji bo şermezarkirina komkujiya parîsê bi sloganên “Berxwedan jiyan e” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Share This Article