şêx murşid meşûq el xeznewî ji bo nîqaşkirina rewşa herêmê û hevgirtina pêkhateyan, her wiha ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî herêmê, civînek li bajarê Hesekê li dar xist.
civîn bi beşdariya şêx û rûspiyên kurd û ereb, pêkhateyên li bajêr her wiha şandeyek Rêveberiya Xweser li dar ket.
Di civînê de Şêx Murşid Meşûq El Xeznewî axivî û behsa girîngiya hevgirtina pêkhateyên herêmê li hember her êrîşeke dijminane kir.
Şêx Murşid banga li tevahî gelan kir ku bibin yek û yekîtiya kurdî pêk bînin.
Her wiha Şêx Murşid Meşûq El Xeznewî di civînê de ji bo parastina axa rojava banga piştgirya bi Rêveberiya Xweser û QSD re kir.
