KURDÊN LUBNANÊ ÊRÎŞÊN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi pêşengtiya Kombenda Newroz, Kurdistanî û dostên xwe li paytexta Lubnanê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Çalakiya şermezarkirinê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Beyrûtê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de beşdaran diyar kirin ku armanca Tirkiyê ji êrişan ew e ku parçeyên mezin ji Sûriyê dagir bike.
Her wiha beşdaran bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku êrişên tirkiyê, hedefgirtina rojnamevan û sivîlan, yekser rawestînin.
Di heman demê de Ji bo lêpirsîna sûcan şandeyek bê şandin û cezayên li dijî sûcdaran bikevin meriyetê.

Share This Article