jinên Kobanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û gotin, ew û şervanên QSD’ê bajarê xwe diparêzin û rê li pêşiya dagirkeriyê digrin.
Her wiha Jinên Kobanê diyar kirin ku eger dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî kobanê bike dê Kobanê ji wan re bibe goristan.
Piştî rûxana Rêjîma Baasê û desthilata wê ya dîktator Sûriyê ber bi qonaxeke nû ve diçe û Rêveberiya Xweser jî akterekî sereke ye.
Dewleta Tirk a dagirker ji vê yekê sûdê werdigre û careke din êrîşên xwe yên hovane li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwartir dike.
Di van êrîşan de dagirkerî de jin û zarokan qetil dike û êşkenceyan li wan dike.
jinên Kobanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û gotin, ew û şervanên QSD’ê bajarê xwe diparêzin û rê li pêşiya dagirkeriyê digrin.
Her wiha Jinên Kobanê diyar kirin ku eger dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî kobanê bike dê Kobanê ji wan re bibe goristan.
Çeteyên DAIŞ’ê bi piştevaniya dewleta Tirk a dagirger sala 2014’an êrîşî bajarê Kobanê kirin, lê şervanan 134 rojan li ber xwe dan û Kobanê ji dagirkeran re kirin gor.
