bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê îro bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê daketin qadan.
Meş bi amedebûna hemû pêkhateyan ,sazî û meclîsên bajêr li pêşiya çerxereya berxwedan dest pê kir û li navarasta bajarê Dêrikê veguherî mîtingê.
Di mîtingê de li ser navê PYD axaftin hat kirin ,di axsaftinan de hat gotin ku, armanca dewleta tirk ji êrîşan têkbirina destkeftiyên şoreşa 19 ‘ tîrmehê û vîna gelê herêmê ye.
Her wiha di mîtingê de banga hevgirtin û yekîtiyê hat kirin û hat tekezkirin ku, ew ê li gel şervanên xwe asta berxwedanê bilind bikin.
