Nivîsgeha Jin a kantona Reqa û Nivîsgeha Jin a Konfederalîzma Bakur-Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, panelek li dar xist.
Panel li salona parêzeran dest pê kir û tê de hevserokên yekîtî, tevger û rêxistinên jinan ên Reqayê beşdar bûn.
Panel bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre naveroka panela (mafê û mîrasê ji bo jinan) hate xwendin, û nîqaş ji amadebûyan re hat vekirin ku pirsan bikin û çareseriyan diyar bikin.
paşê rêbaza tasfiyekirina mîrasê û rêbaza wergirtina awayê xwe yê qanûnî û rewayî hate xwandin.
NIVÎSGEHA JIN A REQAYÊ PANELEK LI SER MÎRAS Û RÊBAZA WERGIRTINA WÊ LI DAR XIST
