Yekîtiya hunermendan a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê pêşangehek li ser roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, li navenda Meclîsa Sûriye Demokratîk MSD’ê vekir.
Pêşangeh bi beşdariya Endamên Saziyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û xelkên wê di bin diruşmeya, bi felsefeya jin ,jiyan, azadî, xwe biparêze dest pê kir.
Di pêşangehê de nêzî 50 ê wêneyên li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, Efrîn û berxwedana dayîkan hate pêşkêşkirin.
Her wiha axaftin hatin kirin û hate gotin, divê tundî demildest were rakirin.
