Berdevka Însyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber APO Amna Xidro diyar kir ku, desthilata tirk armanc dike bi rêya pergala qirkirinê û nûkirina cezayên dîspilînî projeya aştiyane ya Rêbertî têk bibe.
Her wiha Emena Xidro got, dewleta Tirk hemû zagonên navneteweyî bin pê dike.
Desthilata Tirk pergala êşkence û qirkirnê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir dike.
Dewleta Tirk a faşîst da ku gel ji fikrê Rêbertî qut bike, cezayên qedexekirina hevdîtinê li dijî Rêber APO nû dike û Rêbertî ji mafê hêviyê bê par hiştiye.
Berdevka Însyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber APO Amna Xidro diyar kir ku, desthilata tirk armanc dike bi rêya pergala qirkirinê û nûkirina cezayên dîspilînî projeya aştiyane ya Rêbertî têk bibe.
Amna Xidro di beşekî din ên axaftinên xwe de got, Tirkiyê zagonan bin pê dike û diyar kir ku desthilata tirk banga aştiyê dike û di heman demê de sûcên şer pêk tîne.
Herî dawîyê di 23’yê Cotmehê de parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan piştî 44 mehan bi Rêber APO re hevdîtin kir.
Rêber Apo di peyama xwe de got, tecrîd berdewam dike.
