CIWANÊN ŞOREŞGER BI XWEPÊŞANDANEKÊ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmê şermezar kirin.

Xwepêşandanê ji Çerxerêya Dêra Aşûrî ya bajarê Hesekê dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîdên Suryan a taxa Nasira ve bi rê ket.

Li wir li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hat kirin û hat gotin ku, ew amade ne li hember êrîşên dewleta Tirk ên ji bo têkbirina şoreşê rawestin û bibin mertalên zindî.

Di dawiya axaftinan de soza pêkanîna parastina deskeftiyên gelê herêmê û şopandina rêya şehîdan her wiha fikrên Rêber Abdullah Ocalan dan.

Share This Article