Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn- Şehba bertek nîşanî êrîşên dagirkeriya Tirk yên li dijî herêma bakur û rojhilatê sûriyê dan û gotin dewleta Tirk rasterast jiyana xelkên herêmê dike hedef.
Di 23’ê Cotmehê de dewleta tirk a dagirker bi balafirên şer , bê mirov û bi topan êrîşî seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê kir.
Di encama êrîşan de 18 kes gihaştin asta şehadetê û bi dehan saziyên xizmetê hatin rûxandin.
Derbarê mijarê de Endamên Meclisa Malbatên Şehîda a kantona Efrîn-Şehba êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û gotin dewleta tirk a dagirker binesaziya herêmê dike hedef.
Endaman anîn ziman ku ew ê xeta şehîdan bidomînin û heya vegera li Efrînê ew ê li ber xwe bidin.
Di nav 4 roja de dewleta tirk a dagirker 129 caran bi balafirên bê mirov, 15 caran bi balafirên şer û bi 1024 topên hawinan êrîşî binesaziya herêmê kir .
