Komîteya koçberên serêkaniyê derbarê salvegera 5’an a serêkaniyê, kongreke çapemeniyê li dar xist û banga rawestandina sûcên tirkiyê û dagirkeriya wê kirin.
Daxuyanî li kampa waşûkanî hate dayin û têde hate gotin Pênc sal li ser dagirkerî, tirkkirin û koçberkirina sîstematîk, bi hemû sûcên şer ên hovane yên ku li herêmên dagirkirî hatine kirin derbas dibe û daxwaza gelên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe koçberbûne hîn pêk nehatiye.
Her di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku tevî sûcên ku li serêkaniya dagirkirî tên kirin lê heta niha civaka navneteweyî bêdenge û bêdengiya wê jî bêwatebûna pergala navneteweyî ya ku eşkere dadmendiya bijartî li gorî “berjewendiyên hevdu” pêk tînîn.
Di dawiyê de komîteya koçberên serêkaniyê bang li civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û dewletên garantor li Sûriyê dike ku, guhertina demografî û kiriyarên tirkiyê li herêmên dagirkirî rawestînin, vegereke bi ewle ji koçberan re peyda bikin û rola dewleta Tirk di dosyaya Sûriyê de jî sînordarbikin.
KOMÎTEYA KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ SALVEGERA DAGIRKIRINA SERÊKANIYÊ ŞERMEZAR KIR
