DAYIKÊN ŞEHÎDAN SALVEGERA KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZARDIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

dayikên şehîdan ên minbic komploya navneteweyî ya li dijî rêber apo şermezarkirin û gotin ku çawa rêber apo bi fikr û felsefeya xwe jin azad kirin, divê jinên herêmê jî azadiya rêber apo pêk bînin.

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî hat hûnandin. ‎
Hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst û hevkarên wê, nexasim dewletên neteweperest ên ‎herêmê, di komployê de cih girt. ‎
Di destpêka komployê de Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê derket û di 15’ê Sibata 1999’an de hat girtin.‎
Bi nêzhatina salvegera 26’an a komployê, bertek û nerazîbûnên bi hêz li sereanserî cîhanê derdikevin ‎pêş û çalakiyên girseyî jî tên lidarxistin.‎
Dayikên şehîdan ên minbic jî salvegera komployê û pergala êşkence û qirkirinê ya li îmralî ‎şermezardikin.‎
Dayikên şehîdan gotin her çendî komplo dewam bike jî ew dest ji doza azadiya rêber APO bernadin.‎

Her wiha dayikên şehîdan diyar kirin ku ew weke jin azadiya xwe bi saya fikr û felsefeya rêber apo jinan ‎azadiya xwe bidest xistin û divê jin jî azadiya rêber apo pêk bînin.‎

Pêngava azadiya rêber apo ku 10’ê cotmeha sala borî hate destpêkirin li cîhanê deng veda û jinên ‎herêmê jî hewil didin ku vê pêngavê heta azadiya rêber apo bihêztir bikin.‎

Share This Article