MECLISA JIN A MALBATÊN ŞEHÎDAN BANGA VALADERXISTINA KOMPLOYÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa jin a meclisa malbatên şehîdan bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya li dijî rêber apo ‎şermezarkirin.‎
Daxuyanî bi beşdariya bi dehan jinên meclisê li hola şehîdan hate dayin û têde salvegera 26’an a ‎komploya 9’ê cotmehê hate şermezarkirin.‎
Meclisê di daxuyaniya xwe de banga şkandina pergala îşkence û qirkirinê ya li îmralî kirin û gotin pergala ‎îşkenceyê tevahî zagonan binpêdike û divê di zûtirîn dem de were şkandin.‎
Meclisa jinan di dawiyê de ji bo vala derxistina komployê û azadiya rêber Apo bang li tevahî jinan kir ku ‎di nava çalakiyê de bin. ‎

Share This Article