LI QAMIŞLO JI BO PIŞTGIRIYA QSD’Ê KONSÊRTEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Tevgera Mezobotamiya ya Çand û Hunerê TEV-ÇAND û Hunergeha Welat, ji bo piştgiriya QSD’ê li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo Konsêrtek li dar xist.

Di konsêrtê de Piştî deqeyek rêzgirtinê ji fermandarên QSD`ê Kawa Gulo axivî û got: “Dema em behsa QSD`ê dikin, em behsa siberoja Sûriyê dikin, gelê Sûriyê ji bo pêkanîna azadiyê baweriya xwe bi vê hêzê tînin.”

Gulo bal kişand ser binpêkirinên hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û got: “Digotin piştî Xirsityanan û Elewiyan û Siwêdayê wê dor were ser we, paşê êrişî Dêr Hafir û Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin, lê wan derbên giran xwarin. Em hêza xwe ji piştgirî û baweriya gelê xwe digirin. ”

Piştî axaftinê hunermendên koma Hunergeha Welat, Sumeya Mihemed, Xalid Cûdî, Hacî Mûsa, Delîl Mîrsaz, Rozarîn Dêrik, Hisên Koçer û Selah Ibrahîm stran pêşkêş kirin.

Share This Article