Desteya Çandê ya kantona Firatê û Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê amadekariya 3’yemîn festîvala `Arîn bisk û zulfên aştiyê` dikin.
Festîval dê bi dirûşma “Şano nasnameya têgihîştina civakê ye” di 5’ê Cotmehê de ango sibe li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunera Baqî Xido dest pê dike.
Di festîvalê de dê 13 komên şanoyê yên ji pêkhateyên cuda beşdar bibin.
Biryare festîvala“Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye” 10 rojan berdewam bike.
Berdevkê Festîvala Şehîd Arîn Hisên Xanî behsa bernamyên festîvalê kir.
Berdevkê Festîvalê Hisên Xanî ji Rojava TVre behsa bernamyên festîvalê kir.
