Mamosteyên kantona Şehbayê êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser ziman û çanda kurdî şermezar dikin û dibêjin dewleta Tirk a dagirker ji sedê salan ve dixwaze gelê kurd bê ziman û çand bike.
Dewleta tirk a dagirker her tim ji bo tunekirina nasnameya gelê kurd û qedexekirina ziman û çanda kurdî hewildanan dike û bi her rengî êrîş dike.
Herî dawî jî dewleta Tirk a faşîst bi şêweyeke hovane êrîşên xwe bir ser saziyên perwerde û fêrkirina zimanê Kurdî yên li bakurê Kurdistanê.
Derbarê de Mamosteyên kantona Şehbayê êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser ziman û çanda kurdî şermezar dikin û dibêjin bi sedê salane tirkiyê hewildide zimanê kurdî tune bike.
Her wiha Mamosteyan dan zanîn ku , divê gelê kurd li hember êrîşên tunrkirinê yên dewleta tirk xwedî li zimanê xwe derbikeve.
Ji dîrokê ve û ta roja me ya îro dewleta tirk a faşîst di çarçoveya siyasetên xwe yen qirkirina gelê kurd de li bakurê Kurdistanê êrîş saziyên zimanê kurdî dike û zimanê kurdî qedexe dike.
