Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê raghand ku wan ji bo hêsankirina karûbarên penaberên sûrî ku ji Lubnanê hatine, şaneyeke krîzê ava kirin.
Rêveberiya Xweser got, Ji ber zêdebûna azarên gelên Sûriyê yên ku li Lubnanê dimînin, û ji bo sivikkirina êşa sûriyên ku dixwazin vegerin herêmê wan civîneke awarte lidarxist û rewş nîqaş kir.
Rêveberiyê anî zimna ku, di civînê de biryar hat girtin ku ji bo hêsankirina karûbarên penaberên sûrî yên ji Lubnanê hatine, şaneyeke krîzê were avakirin.
Şaneya krîzê wê hemû penaberên sûrî pêşwazî bike, belgeyên wan tomar bikin û kesên ku mirovaên wan li herêmê tunene cihên taybet ji wan re amade bike.
