Ji bo şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan jinên bajarê Kobanê meşek li darxistin
Bi sedan jinên ji saziyên Rêveberiya Xweser, endamên saziyên civaka sivîl û meslîsan tevlî meşê bûn.
Meş ji qada jina azad dest pê kir û heya Qada Azadiyê dewam kir.
Di meşê de li ser navê tevgera jin axaftin hat kirin û pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî rêber Abdulah Ocalan hat şermezarkirin.
Meş bi berzkirina dirûşmên bê serok jiyan nabe û bijî berxwedana Îmraliyê bi dawî bû.
