Ofîsa Têkiliyên giştî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê ya kantona Reqayê ji bo nîqaşkirina destûrên ku li sûriyê hatine sazkirin komxebatek li dar xist.
Komxebat bi hevkariya Rêxistina Reqa ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê li hola civînan a MSD’ê birêve çû.
Nûnerên Partiyên Siyasî, Hiqûqnas,çalakvan, şêx û rûspiyên eşîran, endamên Ofîsa Têkiliyan a MSD û endamên Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê beşdar bûn.
Di komxebatê de piştî deqeyek rêzgirtin, destûrên sûriyê yên sala 1950 heta sala 2012 hatin nirxandin û nîqaşkirin.
Her di komxebatê de hat diyarkirin ku, hemû destûrên ku li sûriyê ahtin sazkirin destûrên kirîzanin û pêwîstiyên gel pêk naynin.
Beşdarên komxebatê destnîşankirin ku, ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û bidestxistina mafên hemû pêkhateyên sûriyan divê destûra Sûriyê were guhertin.
MSD’Ê DESTÛRÊN KU LI SÛRIYÊ HATINE SAZKIRIN BI KOMXEBATEKÊ NÎQAŞ KIR
