MECLISA JINAN A MINBICÊ KONFERANSA XWE YA 2’EMÎN LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

bi dirûşma “Têkoşîna me garantiya şoreşa jinê û avakirina Sûriya demokrat e” Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Minbicê konferansa xwe ya 2’yemîn li dar xist.

Konferans li hola navenda bajêr bi beşdariya endamên Meclisa Jinan, nûnerên Rêveberiya Xweser, meclis û xetên sivîl, endamên Meclisa Leşkerî ya Jinan û partiyên siyasî li dar ket.

Di konferansê de hevseroka Navenda Çand û Hunerê rewşa rêxistinî û meslekî ya Meclisa Jinan a Giştî şîrove kir.

her wiha de berdevka jinan a meclisê û cîgira wê û 27 endamên Meclisa Jinan a Giştî ya kantona Minbicê hatin hilbijartin.

di dawiya konferansê de encamên girîng derketin pêş û wan ji wan Xebitîna li ser xurtkirina jinan di aliyê siyasî de, Berfirehkirina hîma girse di partiyê, Xurtkirina têgeha hevjiyana azad.

Share This Article