Îro danê sibehê, Zanîngeha Rojava li gorî hevyazbariya sala nû ya xwendinê 2024-2025, deriyê tomarkirina daxwazan ji xwendekaran re vekir.
Kameraya Rojava TV proseya qeydkirinê şopand û ev rapor amade kir.
Piştî ku Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevyazbariya sala nû ya xwendinê ragihand, zanîngehên herêmê xwe ji bo pêşwazîkirina xwendekaran û tomarkirina daxwazên wan amade kirin.
Kameraya Rojava TV proseya tomarkirina xwendekaran li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo şopand.
Rêveberê navenda tomarkirinê li zanîngeha Rojava Mihemed Şêxmûs naveroka heyama qeydkirinê û gavên ku li pey wê tên, weke ezmûna hevpeyvînê ji bo hin şaxan, vegot.
Ji aliyê xwe ve xwendekar Sindos Ebdulfetah hêviya bidestxistina derfeta xwendinê li fakûlteya Wêjeya Îngilîzî kir û hêviya serkeftinê ji hemû xwendekaran re xwest.
Hevdemî proseya tomarkirina daxwazên xwendekaran li Qamişlo, zanîngehên El-Şerq, Kobanê û peymangehên Şehba jî, pêşwaziya xwendekaran dikin û daxwazên wan tomar dikin.
Tê çaverêkirin ku beşdarbûna xwendekaran îsal li gorî par bihêztir be û di zanîngehan de şaxên nû jî hatine vekirin.
