NIVÎSGEHA TÊKILIYAN A MSD’Ê KOMXEBATEK LI SER TÊGEHA NENAVENDÎBÛNÊ ORGANÎZE KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê, komxebatek li ser têgeha nenavendîbûnê ji dema avakirina Sûriyê ve li dar xist.
Komxebat li salona MSD a li kantona Reqayê hat organîzekirin û tê de partiyên siyasî, şêx û rûspiyên êlan, siyasetmedar, rewşenbîr û hevserokên Meclisa Cîbcîkar a kantona Reqayê beşdar bûn.
Hevserokê Yekîtiya Parêzerên a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El-Isir komxebat bi rê ve bir û têgeha nenavendîbûnê ji beşdaran re nirxand.
Di nirxandinan de hat gotin, armanca wan ew e ku sûriyek ne navendî tê de gel esas were girtin ava bikin.
Paşê deriyê nîqaşê ji beşdaran hat vekirin.

Share This Article