Di demekê de ku cîhan Roja Aştiyê ya Cîhanî pîroz dike,li her deverên cîhanê şer û pevçûn didomin.
bi boneya 1’ê îlonê roja aştiyê ya cîhanî gelên aştîxwaz hêviya aştî û jiyaneke aram dikin.
1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî ye, lê li her deverên cîhanê şer û pevçûn didomin.
Di demekê de ku cîhan Roja Aştiyê ya Cîhanî pîroz dike, dewleta Tirk hemû maf û belgeyên navneteweyî yên mafên mirovan, sînorê di navbera dewletan û rêgezên aştiyê yên navneteweyî ku dewletên cîhanê li ser wê yekê li hev dikin, binpê dike û êrîşên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatên Sûriyê didomîne.
Rêvebera komeleya mafê mirovan ya cizîrê Evîn Cuma hêvî kir ku di roja aştiyê ya cîhanî de şerê li ser mirovahiyê bi dawî bibe.
Pisporê Qanûna Navdewletî Xalid Cebir jî axivî û got, tenê bi aştiyê dê pirsgirêkên rojhilata navîn çareser bibin.

Endamê însiyatîfa sûrî ya azadiya rêber Apo silêman ehmed jî di roja aştiyê de banga bidawîkirina tecrîdê kir û got divê her kes ji bo azadiya rêbertî têbikoşe.

Tevî komkujiyên ku rojane pêk tên, civaka navneteweyî, gelên ku dixwazin aramî û aştiyê pêk bînin, dixapîne.
Ji herêmên ku bi hezeran şehîd dane da ku cîhan bi aştî bijî, herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
