BI DAXUYANIYAN CEZAYÊ DARVEKIRINA ÇALAKVANÊN JIN LI ÎRANÊ HATE ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Rêxistina sara ya têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan li Kobanê,Şehba û Helebê cezayê darvekirina çalakvanên jin li Îranê şermezar kirin .

Her wiha piştgiriya xwe bi têkoşîna jinan ya li dijî pergala ‎zordest li Îranê nîşan da .‎

Hêzên Îranê ji bo têkbirina serhildana Jin Jiyan Azadî, bi berdewamî çalakvanên jin û xwepêşandêrên serhildanê digre.

Herî dawiyê Îranê cezayên darvekirinê li 2 çalakvanên jin yên Kurd Şerîfe Muhemmedî û Pexşan Ezîzî birî.

Ev yek rastî bertekên tund ji aliyê Gelê Kurd li seranserî cîhanê te .
Rêxistina sara ya têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan bi daxuyaniyekê cezayên ‎darvekirinê şermezar kir .

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku kiryarên îran israra jinan ya li ser têkoşîn û ‎berxwedanê zêdetir dike.‎

rêxistinê bang li rêxistinên mirovî kir ku siyasetên çewisandinê yên îranê ‎rawestînin.‎

Her wiha rêxistina sara ya Şehbayê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi têkoşîna jinan ya li dijî pergala ‎zordest li Îranê nîşan da .‎

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kiryarên Îranê ên derheqê çalakvanên jin de li dijî pîvanên mirovî ne .

Rêxistinê bang li tevahî kurdistaniyan kir ku piştgiriyê bidin çalakvanên ‎rojhilatê kurdistan û îranê.‎

Rûxistina sara ya Helebê jî bang li aliyên têkildar kir ku mudaxeleyê bikin û dawî li kiryarên Îranê bînin .

Rêxistinê diyar kir ku cezayê darvekirina çalakvanên jin li îranê li dijî pîvanên mirovahiyê ye .

Her wiha rêxistinû anî ziman Îranê ku xwe weke dewleteke misilman diwesifîne, bi heqaretî nêzî jinan dibe .

Share This Article