10 SAL DI SER KOMKUJIYA BI ÊŞ A ŞIÊTATÊ RE DERBAS DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di destpêka Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê li Dêrezorê li dijî eşîra Şiêtat komkujiyek pêk anîn.

Serokê Meclîsa Rûspiyan ya Hesekê Ekrem Mehşûş li ser êşa komkujiyê axivî û ev Komkujî bi Komkujiya herî bi êş pênase kir .

DAIŞ a ku di dîrokê de yek ji rêxistinên terorê yên herî xeternak tê dîtin, li her herêmeke ku ketiyê baskên xwe yên tarî vedida .

Ji Mûsilê heta Kobanî û di Dêrezorê re derbas bibe, DAIŞ bi hezaran kuştinên komî li pey xwe hişt, di nav wan de komkujiya herî hovane, komkujiya Şeitat a sala 2014’an, ku sibe dikeve sala xwe ya dehemîn.

Serokê Meclîsa Rûspiyan ya Hesekê Ekrem Mehşûş li ser êşa komkujiyê axivî û ev Komkujî bi Komkujiya herî bi êş pênase kir .

Derbarê niyeta Hikumeta Şamê a çêkirina komkujiyekê li dijî xelkê Dêrezorê, Ekrem tekez kir ku hêzên parastinê ti carî rê nadin ku komkujiyek din weke ya DAIŞê pêk were.Li gorî raporên ku wê demê hatin weşandin,di komkujiyê de nêzî 1700 kes, ku di nav wan de mêr, jin û zarok jî hene hatin kuştin, û heya niha çarenûsa bêtir 1000 kesî ne diyar in.

Share This Article