EŞÎREYÊN HERÊMÊ PIŞTGIRIYÊ DIDIN BERXWEDANA GELÊ DÊRAZORÊ

Rojava Tv
1 Min Read

rûspiyên eşîreyan û fermandarên hêzên leşkerî yên bajarê Sirînê ya kantona Firatê diyarkirin ku hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî wê bi êrîşên li ser Dêrazorê armanc dikin ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.

her wiha tekez kirin ku erka QSD’ê ya sereke û bingehîn parastina gelê herêmê ye..

Heyama hefteyekê ye hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî gundewarên Rojhhilatê kantona Dêrazorê topbaran dikin û sivîlan dikin armanc.

Herî dawiyê ji berbanga îro ve Hêzên hikumetê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê topbaran kirin.

di encama topbaran li ser gundê Kişkiye de 2 sivîl birîndar bûne. Birîndar li nexweşxaneya Eû Hemam têne dermankirin.

Ji rûspiyên eşîreyên Sirînê ya kantona Firatê Nayif Selal da xuyakirin ku hikûmeta Şamê bi van êrîşan armanc dike ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.

Her wiha ji rêveberên buroya têkiliyan ya Meclisa leşkerî ya Sirînê Ezîz Ehmed diyar kir ku erka wan a sereke û bingehîn parastina gelê herêmê ye.

çavdêr dibînin ku ev êrîş ne êrîşeke ji rêzê ye û hikûmeta Şamê bi tena xwe nikare vê êrîşê plan bike, her wiha didin xuyakirin ku Îranê hikûmet neçar kiriye ku derbasî şerekî bibinketî bibe..

Share This Article