NIVÎSGEHA SEWALDARIYÊ YA KANTONA REQAYÊ MEKANÎZMEYA KARÊ XWE BI PÊŞ DIXE

Rojava Tv
1 Min Read

Nivîsgeha Sewaldariyê ya girêdayî Desteya Çandinî û Avdanê ya kantona Reqayê, destûr dide projeyên xwedîkirina mirîşk û masiyan, her weha piştgirî dide kedîkerên sewalan ên li herêmê.
Nivîsgeha Sewaldariyê vê yekê bi hemahengiya bi rayedarên xwe yên beyterî re: wek dermanxane, klînîk û taqîgeha beyterî re pêk tîne.
Nivîsgeh tekez dike ku klînîk û taqîgeha beyterî ji bo parastina sewalan, vekolîna nexweşiyan û peydakirina dermanan, stûnek girîng tê hesibandin.
Di dermankirinê de her cureyên sewalan wek pez, deve û mirîşk bi par in.

Share This Article