Tevgera ciwanên şoreşger ji bo nîqaşkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo, îro panelek li kantona Tebqayê li dar xist.
Panel bi dirûşmeya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin.
Di panelê de endamê Akademiya Rêber APO Cûd El-Ehmed axivî û pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê şermezar kir.
Her wiha komploya li dijî Rêber APO û sekna gel jî hatin nîqaşkirin.
Piştre perspektîvên Rêber APO hatin xwendin û sinevizyonek jî li ser komploya 9’ê Cotmehê hate pêşandan.
Panel bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser bihêzkirina rola ciwanan ya di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO de hate kirin.
LI TEBQAYÊ PERGALA ÊŞKENCEYÊ YA LI ÎMRALIYÊ BI PANELEKÊ HAT NÎQAŞKIRIN
