YPJ’ê têkildarî rizgarkirina zarokek û 2 jinên ciwan ên êzidî civînek çapemeniyê li avahiya QSD`ê ya li bajarê Hesekê li dar xist û soz da ku tevahî jinan biparêzin.
Berdevka Navenda Ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal, Berdevka Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Rûksen Mihemd û Berpirsa Ofîsa Têkiliyên YPJ’ê Lena Hisên û her du jinên Êzidî Tawaf Çeto ya 24 salî û Ezîza Elî a 25 salî li gel zaroka bi navê Xûnav li civîna çapemeniyê de amade bûn.
berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed di destpêka civînê de axivî û got: “3’ê Tebaxê salvegera fermana 74’an a li ser Şengalê ye, bê guman dewleta Tirk a dagirker jî li pey vê fermanê bû.
Rûksen Mihemed da zanîn:” piştî 10 salan rizgarkirina jinên Êzidî ji YPJ’ê re kêfxweşî û nirxekî biha ye, Di salvegera êrîşa li dijî Şengalê de em ê her tim ji bo parastina hemû gel û jinan amade bin.
Paşê her du jinên Êzidî bi kurtasî li ser revandina xwe û bûyerên ku li ber çavên xwe dîtine taybet jinên ku gihane asta xwekuştinê ji ber kiryarên DAIŞ’ê axivîn û di dawiyê de spasiya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê kirin ku ew rizgarkirin.
