RÊVEBERIYA XWESER TÎMÊN AGIRKUJÊ YÊN KU ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ PARASTIN, XELAT KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Di parastina mewsimê çandiniyê de, Hêzên Parastinê û tîmên agirkujê roleke giring û sereke lîstin.

Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê ji bo spaskirina keda wan, duh endamên Hêzên Parastina Civakî û îro jî tîma agirkujê xelat kir.

Hevserokê meclisa cîbicîkar a kantona Cizîrê Telet Yûnis got, tîmên agirkujê xebat û kedeke bêhempa meşandin.

Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê bi hemahengiya li gel meclisa bajarê Qamişlo, tîmên agirkujê yên ku di parastina zeviyên çandiniyê de roleke sereke lîstin, xelat kirin.

Di rêûresma xelatkirinê de şandeyek ji Rêveberiya Xweser û meclisa bajarê Qamişlo amade bûn.

Hevserokê meclisa cîbicîkar a kantona Cizîrê Telet Yûnis got, tîmên agirkujê xebat û kedeke bêhempa meşandin.

Rêvebirê tîma agirkujê ya bajarê Qamişlo Hisên Mihemed jî da zanîn ku, ekîbên wan 24 demjimêran di amadebaşiyê de ne.

Tîmên agirkujê di vemirandina şewatên ji ber êrîşên dewleta Tirk û zeviyên çandiniyê de roleke giring lîstin.

Duh jî, Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê bi rêûresmeke taybet endamên Hêzên Parastina Civakî yên ku parastina zeviyên çandiniyê dikirin, xelat kir.

Share This Article