Di sala 1999’an de kompolyeke bê bext li dijî rêber Apo hate meşandin û di encam de heta niha rêber APO di greva îmralî de tê girtin û tecrîd li ser rêbertî tê ferzkirin.
Ev nêzî 40 mehin jî bi hinceta hebûna cezayên displînî, tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin û ji mafê xwe yê rewa bê par maye.
Li hember vê yekê cîhan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi helwestin û daxwaza azadiya Rêber APO dikin.
Xelkên Kobanê dibêjin ku derbarê rewşa rêber Apo bi fikarin û daxwaz dikin ku tecrîd were rakirin.
Xelkên Kobanê diyar dikin ku roj bi roj tecrîd li ser Rêber Apo zêdetir dibe û bang li NY’î kirin ku bi erka xwe ya mirovî rabin û tecrîdê bidawî bikin.
Raportora Taybet a NY’yê ya li Dijî Îşkenceyê der barê tecrîda li Îmraliyê de pirs ji şandeya Tirk kir.
Şandeya Tirk a ku nikarîbû bersiva hiqûqî bide got: “Tecrîd tune, tenê qedexe heye.”
