Komîteya Têkiliyan a PYD’ê têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmeh û sedema hedegirtina projeya Rêveberiya Xweser, komxebatek li dar xist.
Komxebat li Hola Axîn a bajarokê Fafînê yê Şehbayê û bi beşdariya bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan û partiyên siyasî hate lidarxistin .
Endamên Meclisa PYD’ê Elham Mihemed û Luqman Caro komxebat bi rê ve birin .
Di komxebatê de hewlên aseyîkirina têkiliyên di navbera Tirkiye-Sûriyê, têkiliya Berxwedana 14’ê Tîrmehê û Şoreşa 19’ê Tîrmehê û êrişên li ser Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin.
Axêveran destnîşan kirin ku çareseriya gelek dozên li Rojhilata Navîn bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e .
TÊKILDARÎ ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ PYD’Ê LI ŞEHBAYÊ KOMXEBATEK LI DAR XIST
