Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civînek li dar xist û biryara Efûya Giştî derxist.
Piştî lidarxistina Civîna duyemîn a eşîreyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaz hate kirin ku, efûyek were derxistin.
Meclisa Gelan a Demokratîk îro derbarê mijarê de civînek li dar xist û bi biryara hejmar 10 Efûya Giştî derxist.
Ev biryar hevdemî salvegera 12’emîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê hate derxistin.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweser Yasir Silêman ji Rojava tv re behsa naveroka biryarê û mecrên wê dike.
RÊVEBERIYA XWESER BIRYARA EFÛYA GIŞTÎ DERXIST
