TEV- DEM’ê bi boneya salvegera 12’an a damezirandina xwe şahiyek li parka xwendinê ya li bajarê Qamişlo li dar xist.
Hevserok û endamên tevgerê diyar dikin ku wan di rêxistinkirin û serxistina şoreşa 19’ê Tîrmehê de roleke sereke û giring lîstin.
Beriya niha bi 12 salan Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM’ê li Rojavayê Kurdistanê hate damezirandin û di rêxistinkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê de pêşengiyeke gewre kir.
Bi boneya salvegera 12’an a damezirandinê, TEV- DEM’ê şahiyek li parka xwendinê ya li bajarê Qamişlo li dar xist.
Endam, hevserokên TEV- DEM’ê û nûnerên rêxistinanên jinan tevlî şahiyê bûn.
Destpêkê axaftin li ser navê tevgerê hate kirin û hate gotin, bi saya fedekariyên şehîdan em gihaştin vê astê.
Endamên tevgerê diyar dikin ku wan di rêxistinkirin û serxistina şoreşa 19’ê Tîrmehê de roleke sereke û giring lîstin.
TEV- DEM’ê di şahiya 12’emîn salvegera damezirandina xwe de tekez kir ku ew ê her têkoşîna xwe bidomîne.
Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.
