ŞEHÎD MIHEMED BI MERASÎMEKEK GIRSEYÊ LI KOBANÊ HAT OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên Kantona Firatê şehîd Mihemed Dilbixwîn bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dicle ya li ‎başûrî Kobanê oxir kir.‎

Bi sedan şêniyên kantona Firatê sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, tev li merasîma ‎oxirkirina şehîd Mihemed Dilbixwîn bûn.‎

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk şehîd Dilbixwîn Ismaîl Xelef di 26`ê Hezîrana 2024`an de li Eyn Îsa ‎şehîd bûbû.‎

‎Di merasîmê de axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya bajarê Girê Spî hate ‎kirin û hate gotin ku Şehîd Dilbixwîn bi têkoşîn û vîna xwe gihişt asa şehadetê, Lê bila dewleta Tirk û ‎hevalbendên wî baş bizanin ku ew tu carî bi şehîdxistinê tune nabin.‎

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin, cenazeya Şehîd bi dirûşma” Şehîd ‎Namrin” hate oxirkirin.‎

Share This Article