Ji bo xurtkirina aboriya jin li kantona Tebqayê, desteya aboriyê ya Rêveberiya Xweser gavên giring diavêje.
Li kantona Tebqayê roj bi roj gavên mezintir û berfirehtir ji bo aboriya jin têne avêtin.
Di wê çarçoveyê de desteya aboriyê ya Tebqayê gelek projeyan ji bo jinan vedike.
Desteyê ji destpêka salê ve bi dehan projeyên cur be cur yên weke; terzîxane, projeyên taybet, yên bazirganiyê projeyên çandiniyê ji bo jinan vekirine.
Projeyên weha derfetên kar li pêşiya jinan vedikin û di pêşxistina aboriya jin de, roleke sereke û giring dilîzin.
Cîgira hevserokatiya desteya aboriyê ya kantona Tebqayê Şeyma El Mihemed ji Rojava TV re behsa agahiyên berfireh dike.
