Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve êdî bûye weke dab û nerîtekê, beriya her gavê welatîyên herêmê cejna xwe bi serdana goristanên şehîdan pîroz dikin.
Ji demjimêrên sibehê ve jî, malbatên şehîdan, şêniyên Qamişlo û nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV DEM û partiyên siyasî serdana goristana şehîd Delîl Saroxan kirin.
Malbatên şehîdan û welatiyan hêvî kirin ku cejn bibe navîna serwerkirina aştî û aramiyê.
