Partiya Yekitîya Suriyan Kongra xwe ya 4’emîn li bajarê Qamişlo li darxist.
Di kongirê de hate diyar kirin ku divê hemû aliyên sûrî bicivin û çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyê bibînin.
Di bin dirûşmeya “Yekitiya gelê me mîsogeriya bidestxistina mafên me yên neteweyî ye , Partiya Yekitîya Suriyan li Qamişlo Kongra xwe ya 4’emîn li darxist.
Kongir li hola Zana û bi beşdarbûna Nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, MSD, partiyên siyasî û Hevserok û endamên partiyê hate lidarxistin .
Hevseroka Partiyê Nezîra Gewriyê di axaftina xwe ya di kongiryê de diyar kir ku wê tekoşînê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pirrengî û ne navendî bidomînin.
Ji aliyê xwe ve endamê desteya cîbicîkar a partiya yekîtiya Suryan Gabriyêl Şemûn diyar kir ku divê hemû aliyên sûrî bi hev re çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyê bibînin.
Kongre bi hilbijartina hevserokatiya nû û meclisa giştî ya partiyê û biryaran bi dawî bû .
